Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Kurdan li Sûrîyê Banga Parastina Efrînê Dike


Rêvebirîya Bakurê Sûrîyê ya bi pêşengîya Kurdan, li hember operasyona leşkerî yên Tirkîyê li ser herêma Efrînê, îro Sêşemê banga seferberî kir.

“Kes nikare vîna gelê me bişklne. Em bang li gelê xwe dikin ku Efrînê û rûmeta xwe biparêze û beşdarî hewlên girêdayî Efrînê bibin.”

Hêzên Kurdên Sûrîyê û hevalbendên wan hewil didin ku li herêmên bin kotrola xwe rêvebirîyeke federal ava bikin.

“Dewleta Tirk, ev çar roj in ku hewil dide têkeve Efrînê, lê nikare vê yekê pêk bîne,” fermandarê Hêza Xweparastinê Sîyamend Walat ji Reuters’ê re got.

Tirkîye ev çar roj in ku hem ji erdê, hem jî bi êrîşên esmanî operasyoneke dimeîne ku Efrînê ji destê YPG’ê derxîne.

XS
SM
MD
LG