Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje ku Operasyona Ser Efrînê Destpê Kiriye


Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Nurettîn Canîklî ragihand ku hêzên wan îro Înê bi topan êrîşê Efrînê kirin û bi wan êrîşan, operasyona leşkerî ya dijî herêmên bin kontrola Kurdan destpê kir.

“Bi vî awayî, operasyona dervayê sînor bi kiryarî destpê kir, lê heta niha ti hêzên me sînor derbaz nekirine,” Canîklî got.

Êrîşên îro piştî gefên serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destpê kirin ku wî wek bersîvdana hêzbûna Kurdan li bakurê Sûrîyê, hefteya borî soza tunekirina YPG'ê li Efrînê dabû.

Berdevkê YPG'ê li Efrînê Rojhat Roj ji Reutersê re got ku bombardimana îro li gor rojên berê girantir in. Roj got ku ewê bersîveke xurt bidin êrîşên Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG