Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Serdana Misirê Kir


Leon Panetta û Mihemet Husên Tentawî li Qahîre, Sêşembî, 4'ê meha 10, 2011.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkî roja Sêşembî serdana Misirê kir û li Qahîre ligel rêberên wî welatî kom bû.

Leon Panetta û rêberê Civata Leşkerî ya desthilatdar li Misirê Husên Tentawî gotûbêj li ser jimareka pirsan kirin ji wan parastin û alozbûna têkeliyên diplomasî yên navbera Misir û Îsraîlê.

Cara yekemîn e ku Wezîrê Berevanî yê Amerîkî serdana Misirê bike piştî xwepêşanderan Serokê berê Hûsnî Mubarek neçar kir ku dest ji desthilatê berde.

Pêş ku serdana Misirê bike, birêz Paneta çû Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG