Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Leon Panetta dibêje, bitenê bi danûstandinan kêşeya navbera Îsraîlî û Felestîniyan dihête çareser kirin.
Birêz Panetta roja Duşembî serdana Tel Avîvê kir û bi Wezîrê Berevanî yê Îsraîlî Ehud Barak re kom bû. Birêz Panetta ji herdu aliyan xwest ku bi rijdî kar bikin û ber bi çareseriyeka aştiyane biçin.
Wezîrê Berevanî yê Amerîkî herwiha bi Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu, Serokê Felestînî Mehmûd Abbasû Serokwezîr Selam Feyyaz re kom dibe.