Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokwezîrê Misirê Dest ji Posta Xwe Berda


Cîgirê Serokwezîrê Misirê Dest ji Posta Xwe Berda

Cîgirê Serokwezîrê Misirî roja Sêşembî dest ji posta xwe berda piştî şer û pevçûnên navbera Mesîhiyên Qubtî û hêzên parastinê.

Medyaya ser bi dewletê sedema dest ji kar berdana Hazim EL Biblawî eşkere nekir.

Lê belê ajansên nûçeyên Misirî li ser zimanê karbidestekê hikûmetê radigihînin ku Biblawî dest ji posta xwe berda wek nerazîbûnê beramberî çewaniya serederî kirin ligel pevçûnên navbera Mesîhî û hêzên parastinê.

Di wan şer û pevçûnan de 26 kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG