Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misirê Sê Kesên Din Hatin Kuştin


Li Misirê Sê Kesên Din Hatin Kuştin

Karbidestên saxlemî li Misirê dibêjin, bi sedema hêrişa hêzên polîs û arteşê li dijî xwepêşanderên li dijî hikûmetê li Qahîre herî kêm sê kes hatin kuştin. Ligel kuştinên roja Yekşemê, hejmara kesên ku li du rojên aloziyan hatîne kuştin gehişte pênc kesan.

Hêzên polîsan rêk nedan xwepêşanderan ku kampên nû li Meydana Rizgarî ava bikin û gazên rundikrêj li dijî wan bikar anîn.

Xwepêşander ji desthilatdarên arteşê dixwazin ku bilez reformên demokratîk encam bidin.

Li Qahîre, tîma peyamnêrên Dengê Amerîka rastî hêrişekê hatin dema bizav dikir wêneyê polîsan li Meydana Rizgarî bigirin.

Komeleka xwepêşanderan bizav kir ku kamîrayên Dengê Amerîka bibin û hêrişa otombîla peyamnêrên Dengê Amerîka kirin. Di wê hêrişê de, karmendên Dengê Amerîka birîndar nebûn.

XS
SM
MD
LG