Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û Pevçûn li Misirê Berdewam in


Beşek li pevçûnên roja Duşembî li Qahîre, 21'ê Meha 11, 2011.

Karbidestên saxlemî li Misirê dibêjin, bi sedema sê rojên şer û pevçûnan herî kêm 22 kes li seranserê welatî hatin kuştin.

Lê belê karbidestekê din yê Misirî got ku 33 kes hatîne kuştin. Wî karbidestî paşî got ku mirina 11 kesan tu têkelî bi aloziyên siyasî nîne.

Li pevçûnên navbera hêzên polîs û xwepêşanderan ku daxwaza demokrasiyê dikin, herî kêm 1,700 kesên din birîndar bûne.

Xwepêşander ji desthilatdarên artêşê dixwazin ku bi zûtirîn dem desthilatê bidin hikûmeteka sivîl.

XS
SM
MD
LG