Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşander li Misirê Rastî Êrîşan Hatin


Êrîşberan bi kevir û molotovan dan ser xwepêşanderên ku li derveyê Wezareta Berevanîyê kom bûn bo doza dawîkirina rola desthilatdarîya leşkerî li Misirê .

Di encama êrîşa Yekşemê de xwepêşanderek hate kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûn, li gorî raporên karbidestan.

Pevçûn şeva Şemîyê destpê kir dema êrîşberên nenaskirî agir û şûşe avêtin ser xwepêşanderan li kolanên paytexta Misir, Qahîre. Ne artêşê û ne jî posîlan bizav kirin êşîra ku 3 demjimêran dom kir, rawestînin.

Karbidest dibêjin xwepêşanderê ku hate kuştin, alîgirê sîyasetvanê tundrê Hazem Selah Abu Ismaîl bû. Abu Ismaîl ji pêşbirka serokatîyê hatibû derxistin ji ber ku karbidestan dibêjin dayika wî hemwelatîya Amerîkî ye û ev yek jî li dijî yasayên hilbijartinê ye li Misirê.

XS
SM
MD
LG