Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Misrê Dê Yekşemê bi Hevtayên Xwe Yê Îsraîlî re Kom Bibe


Wezareta derve ya Misrê îro Şemîyê got ku wezîrê derve Samih Şukrî biryar e sibe Yekşemê bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Gabi Aşkenazî re kom bibe.

Misir li gel Amerîka û hin hevparên din yên herêmî kar dike ji bo bihêzkirina agirbesta ku wê di navbera Îsraîlê û mîlîtanên Felestînê de pêk anîye.

Beşek ji serkeftina navcîyatîya Misrê vedigere pêwendîyên wê yên baş bi herdu alîyan re.

Daxuyanîya wezaretê berferehîyên zêde dabîn nekirin.

Li alîyekî din, malpera nûçeyan ya Îsraîlê Walla ragihand ku biryare serokê agahdarîyên giştî yên Misrê Ebbas Kamil sibe Yekşemê serdana Îsraîlê û navçeyên Felestînîyan bike ji bo kombûna li gel serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu, serokê Felestînîyan Mehmûd Ebbas û berpirsên Hemasê.

Tê zanîn ku Amerîka jî tevlî van hewlên çareserkirina nakokîyên Îsraîlê û Felestîyan bûye.

XS
SM
MD
LG