Lînkên eksesibilîtî

Misir Dibêje Wan 9 Bergumanên Çekdar li Qahîra Kuştin


Ajansa Misir a nûçeyan a fermî dibêje polîs 9 bergumanên çekdar kuştin di dema destserkirina du apartmanan de li taxeka qerbalix a Qahîra paytext.

Ajansa Rojhilata Navîn dibêje 5 endamên polîs birîndar bûn di pevçûnên îro Yekşemê de li navçeya Erd el-Lîwa. Ew dibêje polîs tiving, bumbe û amîrên çêkirina teqemeniyan di wan apartmanan de dîtin.

Raporta ku ev agahî ji ser zimanê berpirsekî wezareta navxwyî ragihand, negot ev berguman girêdayî kîjan gurûpê ne. Desteserkirinên berê li Qahîra, endamên gurpeke ji rêxistina Biraderên Misilman cuda bûyî ji xwe re dikirin armanc.

Misir şerê çekdarên gurûpeka xwecihî ya girêdayî Daiş dike ku bingeh li nîvgirava Sînai e, her wiha gurûpên Biraderên Misilman ên ku êrîşan li dijî hêzên ewlekariyê li Qahîra pêk tînin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG