Wezîrê derve yê Misirê Sameh Şukrî dê sibeha Duşemê biçe Tirkiyê û Sûriyê, ofîsa wî got. Ev serdan yekem e di nav deh salan de ku têkiliyên aloz bi her du welatan re hene.
Daxuyaniyeke wezareta derve got ku armanca vê serdanê ew e ku "hevgirtinê bi her du welatan û gelên bira re" nîşan bide piştî erdheja wêranker ku destpêka vê mehê li Sûriyê û Tirkiyê xist.
Di erdheja bi lerza 7,8an a ku di 6ê Sibatê de li herdu welatan rû da, zêdetirî 46 hezar kes mirin.
Îro Yekşemê jî, şandek ji parlemanterên Ereb ên payebilind li Şamê bi serokê Sûrî Beşar El Esed re hevdîtinke pêk anî.
Şand ji serokên civatên nûnerên Îraq, Urdun, Filistîn, Lîbya, Misir û Îmaratê û nûnerên Uman û Lubnanê pêk hatibû.
Çavkanî: AFP/Reuters