Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Sinai 20 Leşkerên Misirî Dikuje


Fotoyeke ji arşîvê
Fotoyeke ji arşîvê

Hevalbenda Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Misirê, çend êrîşên îro Çarşemê li Nîvgrava Sinai radike ser xwe ku herî kêm 20 leşker di wan êrîşan de hatibûn kuştibûn.

Êrîşên hember çend xalên kontrolê yên leşkerî li nêzîkî bajarokê Şêx Zuweid qewimîn.

Daxuyanîyeke DAIŞê ragihand ku endamên wê êrîşî 15 xalên cihê kirin.

Mîlîtanên DAIŞê li Sinai gelek caran bi êrîşên bombeyî û çekdarî hêzên ewlekarîyê dikin armanc, taybetî jî piştî gêrkirina Serokê berê Mihemed Morsiji desthilatê.

Berî çend rojan jî serdozgerê Misirê Hisham Barakat, di peqîna bombeyeke ser rê ve li Qahîrê hatibû kuştin.

Barakat ji dozen bi hezaran Îslamîyên ku bi girseyî hatibûn darizandin û ceza kirin, berpirs bû û desthilata Misirê, Biratîya Misilman anku Îxwan jiber ji kuştina wî tawanbar kiribû.

XS
SM
MD
LG