Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir: Îhtîmal E Firoka EgyptAir jiber Kiryareke Terorîstî Ketibe


Wezareta Firokevanî ya Misirê Sherif Fathy dibêje, ketina firoka EgyptAir, ku ji Parîsê diçû Qahîrê, îhtîmaleke mezin e, ne jiber pirsgirêke teknîkî lê jiber kiryareke terorîstî çêbûye.

Fathy daxuyanîyên xwe di vê demê de dide ku lêgerîna firoka bi 66 rêwîyan, di nav avên Derya Sipî de, hîn berdewam e.

Hêjayî bîrxistinê ye firoka Airbus roja Pêncşemê, çend deqe piştî ketina nav qada esmanî ya Misirî, ji radarê hinda bûbû.

Fathy got, eger piştrast be ku kêmahîyeke ewlekarîyê rê li ber kiryara terorîstî vekiriye, wê Fransa ji wê yekê berpirs be.

"Eger îsbat be ku firok bi zanabûn hatiye gêr kirin, divê em penasînê bikin ku ew balafir ji Fransa dihat, ne ji Misirê," Fathy got.

XS
SM
MD
LG