Birca Eiffel ya li Parîs ya paytexta Fransa, ku jiber vîrusa korona hatibû girtin, jinûve vebû.
Ew birc berî şewba vîrusa korona herî dawî di Şerê Cîhanê ya Duyê de demeke dirêj girtî mabû.
Her çiqas birc vebûye jî dê hejmara kesên serdanê wê dikin sînordarkirî be û mecbûr e ku ziyaretvan maskeyan jî bidin ber rûyên xwe.
Di bircê de, qatên ji duduyan jortir jî dê girtî bin û jiber venebûna asansoran dê merdîwan werin karanîn.
Li gor malpera Birca Eiffelê her sal bi qasî 7 mîlyon kes serdana wê dikin û 75 ji sedê wan ji derveyî Fransa ne.
Birca Eiffel ya Parîsê Jinûve Vebû
