Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Komkujîya Şengalê de Birîna Êzîdîyan Hîn Nû ye


Berî salekê li 3ê Tebaxê, mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtin ser warê sereke yê Kurdên Êzîdî li Îraqê. Di encamê de bi sedan mêr kuştin û bi hezaran jî jin kirin kole.

Dîmenên malbatên Êzîdî ku li Çîyayê Şengalê bê av û xwarin asê mabûn, bûn sedem ku şervanên Kurd dest bi şer bikin û Amerîka jî dest bi êrîşên esmanî dijî DAIŞ bike.

Êzîdîyên ku ji komkujîyê xilas bûne, nuha êdî li seranserî herêmê belav bûne. Laleş, cihê herî pîroz yê Êzîdîyan, dora du demjimêran bi otomobîlê dûrî bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê ye.

Rojekê berî salvegera Şengalê, Êzîdî li wir kom bûn da ku nivêjên xwe bikin û xwe bi ava pîroz bişon.

Murad Alo yek ji wan kesan e. Cilên reş li xwe kirîye û li dora Laleşê diçe û tê; ew avê difiroşe xelkê. Lê ev mêr ne di rewşeke aram de ye. Ew nikare tiştên ku berî 12 mehan çê bûn, ji serê xwe bavêje.

Wê rojê, Alo dibêje, teqelêdanê dora demjimêr 10 yê sibehê destpê kir. Dema Êzîdîyan zanî êdî ewê li ser destê DAIŞ werin kuştin, ew bi hezaran ber bi Çîyayê Şengalê ve çûn.

“Ez ticarî tişta ku çê bû jibîr nakim. Min dît çawa dayikan keçên xwe li dû xwe hiştin. Min dît çawa mêr û jin hatin kuştin. Heta bi jinên avis jî hatin kuştin.”

Alo dibêje, birayê wî biryar stand ku li Şengalê bimîne da ku şerê DAIŞ bike. Ji wê çaxê de, wan hev du nedîtîye.

Di encama vê tundûtûjîya DAIŞ ya dijî Êzîdîyan de, jimara Êzîdîyan kêm bûye. Li seranserî cîhanê, tenê yek mîlyon Êzîdî hene.

Şêx Îsmaîl Murad Qasim dibêje, “ev dawîya gelê me ye. DAIŞ bi hezaran ji zarokên me kuştine, destdirêjî keçên 8 salî kirine. Nuha hemû hatine kuştin.”

Rêberên olî yên Êzîdîyan hewil didin ku civaka wan ji Îraq û Kurdistanê dernekeve. Lê ev yek zehmet e.

Baba Şêx, rêberê ruhanî yê Êzîdîyan ji Dengê Amerîka re dibêje, “em banga parastina Êzîdîyan dikin. Em bi tenê ne. Kesek tune ye em pişta xwe pê girê bidin. Em hergav lava û nivêj dikin ku xweşî têkeve nav hemû olan.”

Rewşa Êzîdîyan 1
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:49 0:00

***

Rewşa Êzîdîyan 2
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:00 0:00

XS
SM
MD
LG