Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekmeleddin Îhsanoglu li Diyarbekirê bi Dirûşmên Dijî Îsrailê Hate Protesto Kirin


Berbijarê Serokkomarîyê yê Partîya CHP û MHPê Ekmeleddin Îhsanoglu jî jibo hilbijartinan roja Înê hate Dîyarbekirê û tev li çend bernameyan bû.

Îhsanoglu jibo xutbê Înê çû Mizgefta Mezin û li wir nimêja Înê kir. Piştî nimêjê grubek ji mizgeftê derket û Îhsanoglu bi dirûşmên li dijî Îsrailê protesto kirin.

Berbijarê serokkomarîyê paşê beşdarê civina Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DİTAM) bû û li wir berîiva pirsen nûnerên rêxistinên sivîl da.

Pirsên ku ji Îhsanoglu hatin kirin zêdetir li ser pêvajoya çareserîyê û mafê Kurdan, herwiha rewşa Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûn.

Îhsanoglu derbarê pêvajoya çareserîyê de got "Divê mutabakata giştî ya civakî hebe û bi parlamentoyê bê çareser kirin. Divê pêvajo ne girêdayê şexsan be.”

Îhsanoglu jibo mafê zimanê Kurdî axifî û wiha got

"Nirxandnek min kêm hat belav kirin. Ez ne li dijî mafê zimanê Kurdî me. Qedexeya ser zimanê Kurdî qetlîam e. Mafê her netew heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe."

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG