Huner herdem çavê civakê bû, bi xweşî û nexweşiya xwe ve di nav berhemên hunermendan der tên.
Hunermendê Kurd Ekrem Bekir, yek ji wan hunermenda ye ku bi dilê xwe yê aram û bi bêdengî rewşa jiyana bajarê xwe Hesekê dişopîne û li gor dil û xeyala xwe wê careke din diafirîne.
Ekrem di sala 1974'an de li bajarê Hesekê ji dayik bû.
Xendina xwe ya akademî li Zanîngeha Şamê - beşê ragîhandinê - bi dawî kir.
Jiber hezkirina wî ji hunerê re, wî li Navenda Sebrî Rufaeyl li Hesekê xwend.
Ekrem ji hunermendên bêdeng in, jiber ew dibêje: "Navdarbûn û çalakiyên zêde, asta hunerê hinekî kêm dikin."
Şêwaza wî ya rastbînîye ku bi reng û xêzên xwe dîmenên derdora xwe tîne ser cawê spî û kevalê, ku pir nêzîkî rastiya wan dîmenan dibin.