Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elîf Kisa: Dayika Du Birayên Astengber Sê Heftê Ne li Girtîgehê Ye


Jina Kurd Elîf Kisa, ku dayika du kurên astengber e, 20 roj berê di Roja Cîhanî ya Astengberan de hatibû girtin.

Kurê wê yê mezin Îsmaîl 44 salî ye û spastîk e. Ahmed jî 41 salî ye, ker û lal e. Bi girtina dayika wan, her du Îsmaîl û Ahmed ketine nav rewşeke pir dijwar.

Bavê wan Alî jî bi hevjîna xwe re hatiye girtin, lê piştî sê rojan jiber zarokên astengber hatiye berdan.

“Hewcedarîya her du kurên min bi dayika wan heye jiber ku ew astengbe rin û nikarin pêdivîyên xwe bi cîh bînin. Gelek nexweşîyên Elîf bixwe jî hene û bi vî awayî girtina wê gelek kes xistiye rewşeke xirab.”

Parêzer Ozgur Çikin li ser girtina Kisa got ku ew bi îfadeya dîdevanekî nepênî hatiyen girtin.

"Elîf Kisa vasîyê girtîyekî sîyasî ye û dema diçe serdanê jibo mesrefan pere dide girtîgehê. Lê, bi îfadeya şahidekî nepenî tê giritn û tê îdia kirin ku Elîfê bi wan pereyan alîkarîya rêxistinê kiribe."

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser rewşa Elîf Kisa ji fayla deng guhdar bikin.

KHF_12_24_2019_Elîf_Kisa
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG