Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hêzên Xwe Yên Bervaniya Esmanî li Sûriyê Xûrt Dike


Sistema Rûsî ya mûşekên S-400
Sistema Rûsî ya mûşekên S-400

Mediya Rûsî dide znaîn ku, wezareta berevaniyê roja Çarşemê gotiye, Rûsya bingehên leşkerî yên hêzên esmanî li Sûriyê xûrt dike û zêrevaniya herêmên aram dike li parêzgeha Îdlib ya Bakurê Sûriyê, lê Tirkiyê heta nihe xalên zêrevaniyê li wê herêmê nedane avakirin.

Ajans Reuters, li gur wezareta bervaniya Rûsî dide zanîn ku, Cebhet El-Nusre grûba Îslamî ya tundrê, ya ku nihe li jêr siya Tehrîr El-Şam şer dike li Sûriyê bûye xwediyê sistema mûşekên dije esman yên tên hilgirtin.

Cebhet El-Nusre têkiliya bi El-Qaydê hebû, roja şemiyê çekdarên wê rêxistinê xwe berpis dît, ji êxistina xar ya balefira Rûsî ya ji cûrê Sukhoi Su-25.

XS
SM
MD
LG