Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Pais Dibêje Hejmara Mirinên ji Korona li Îspanya Dikare Zêdetir Be


Îspanêyên bu rûberkan li kolanên Madrîdê digerin
Îspanêyên bu rûberkan li kolanên Madrîdê digerin

Rojnameya El Pais ya Îspanî îro Yekşemê ragihand ku hejmara mirinên ji koronayê dikare ji hejmara 28,432 ya fermî % 60 pirtir be.

Rojnameyê dîyar kir ku bi jimartina îstatîstîkên herêmî û mirinên gumanbar û piştrastkirî yên ji vîrusa korona, bi giştî 44,868 kes li Îspanya jiber korona mirine.

Hejmara fermî ya hikûmeta Îspanî tenê kesên ku bi fermî ji korona mirine dihêjmere û kesên ku guman heye bi vê vîrusê mirine yan jî qet nehatine test kirin, di nav vê amûrê de cîh nagirin.

Ger hejmarên ku El Pais dide rast be, hîngê Îspanya, piştî Brîtanya dibe welatê duyê ku herî zêde kes jiber wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

Hêjayî balkişandinê ye ku hikûmeta Îspanî ser raporta El Pais heta niha ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG