Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Ketina Hawanan de 1 Kes li Rojava Hat Kuştin, 4 Kes jî Birîndar Bûn


Îro Pêncşemê di demjimêrên sibêhê de şerekî giran di navbera pêşmerge û artêşa Îraqê li gundê Mehmudîyê derket û 4 topên hawan li derîyê sînor yê El Welîd ya li alîyê Rojava ketin.

Di encama ketina hawanan de 4 kes birîndar bûn û karmendekî derîyê sînor jî jîyana xwe ji dest da.

Ajansa nûçeyan ya Hawar (ANHA) ev agahî piştrast kir.

Li alîyê din ve, hemwelatîyên bajar û gundên ser sînor jî ji şerê heyî bandor bûne. Rûniştvanekî Til Koçer ji VOA re ragihand ku ji seet 6 sibehê de şerekî pir giran heye.

ZO_10_26_17_deriye_Welid
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

XS
SM
MD
LG