Berdevkê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk ragihand ku ewê Elezîzê jî bixin nav herêma wêranî û afetê.
Çelîk dîyar kir ku li ser fermana serokomar Elezîz jî êdî di herêma afetê de ye.
‘’Em êdî herêmên afetê êdî ne 10, lê 11 bajar bihesibînin. Heta niha 200,000 kes ji herêmên erdhejê derketine û çûne bajarên din."
Çelîk, derbarê zarokên ku di erdhejê de birîndar bûne yan bê kes mane, jî got ku niha dewlet serqorîyê li wan dike.
Wî dîyar kir ku ew zarok ne bêxwedî ne û niha bi awayekî ewle dijîn.
Berdevkê AKP’ê got ku ku herkes dizane ku ev afat ne di hikmê dewletan de ye û dibe ku li hin cîhan hin kêşe çêbûbûn.