Partîya Gel ya Komarî (CHP), Turkan Elçî ya hevjîna serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji herêma 3’yan Stenbolê di rêza 3’yan de kir berbijara parlamanterîyê.
Parlamanterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî ji Amedê ji rêza 1’ê bû berbijar.
Jibo Dêrsimê jî, ku bajarê Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ye û hejmara parlamanterê wê daketiye 1’î, xwedîya Rojnameya Emek ya Tuncelî, Husnîye Karakoyun bû berbijara partîyê.
Cîgirên Serokê CHP’ê, Seyît Torun ji Orduyê, Velî Agbaba ji Meletî, Oguza Kaan Salici ji herêma 1’ê ya Stenbolê û Yuksel Taşkin jî ji herêma 1’ê ya Îzmîrê, ji rêza 1’ê berbijarên CHP’ê ne.
Nîvê parlamanterên berê yên CHP’ê di lîsteya nû ya berbijarîyê de cîh negirtin.
Ji parlamenterên berê Abdurrahman Tutdere ji Semsûrê, Mehmet Guzel Mansur ji Hatayê bûn berbijar.
CHP, ku di Hevpeymanîya Netew de ye, 76 kesên ji partîyên din yên hevpeymanîyê ji lîsteya xwe kirin berbijar.
Serokê Partîya Guherînê ya Tirkîyê (TDP) Mustafa Sarigul jî, ku jibo Kiliçdaroglu Piştgirîya xwe ragihandibû, ji Erzîncanê di rêza 1’ê de ye.
Jêder: CHP