Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP Kilicdaroglu û Wezîrê Dadê Bozdag Serdana Malbata Tahir Elçî Kir


Serokê Giştî yê CHP Kemal Kilicdaroglu
Serokê Giştî yê CHP Kemal Kilicdaroglu

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî roja Çarşemê hat Amedê jibo serdana sersaxiyê li malbata Elçî bike.

"Li navenda Amedê serokê baroyê tê qetil kirin. Divê kujer tekez bên girtin. Êdî Tirkiye hizûr û aramî dixwaze. Em dizanin ku siyaseta ku firq û mabeyn dike nav ge dibe egera felaketên mezin.”

Kiliçdaroglu siyaseta xendekan jî rexne kir û got ku Tahir Elçî jî digot ku şerê nav bajaran xendek ne rast e.

“Rehemetî Elçî jî xendekan şaş didît. Ger hun xendekan çekin û kûçe û kolanên vî bajarî jihev biqetînin en ne tiştek rast e. Daxwaza wî ya dawî jî ew bû bila aşitî bê, xendek rabin, şer biqede. Bila herkes goh bide daxwaza wî ya dawî."

Do jî Wezirê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag jibo sersaxiya malbata Tahir Elçî, roja Sêşemê hatibû Amedê.

Bozdag da xuya kirin ku vekolîn dewam dike. Cihê Tahir Elçî hatiye kuştin 83 delîl hatine berhev kirin. "Li gorî texmîna di nav van delîlan de fişeka ku Tahir Elçî kuştiye jî heye."

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş di daxuyaniyek de gotibû “Ti şik tuneye ku guleya ku Tahir Elçî kuştiye ya çeka polîsan e. Lê, bi lêkolînek dikarin ronî bikin ka ew gule ji kîkan demançê bi çi armancê hatiye berdan."

Wezîr Bekir Bozdag Demîrtaş rexne kir û got ku Demîrtaş piştî peqîna Enqerê jî dewlet sûcdar kir û dewlet wek kujer nav kir.

“Ew serokê partiyekî ye û divê bi îspat û delil biaxive. Ez di wê baweriyê de me ku Demîrtaş dixwaze bi van daxuyaniyan bonderekê li ser hizra gel çeke. Jibo ku ev bûyer bê ronî kirin, hemî îhtîmal wê bê vekolîn kirin. Hikûmet heta dawiyê wê li ser vê lêkolînê bisekine."

Hêjayî gotinê ye ku piştî kuştina Tahir Elçi li navçeya Surê qedexa derketina kolanan hat îlan kirin û ev du roj dewam kir. Qedexa ku do Sêşemê rabû, îro sibê careke din hat îlan kirin.

HDP bang li gel kir da ku li hember qedexê dengê xwe bilind bike û çalakiyan lidar bixe.

KHF_12_2_2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00

XS
SM
MD
LG