Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tahîr Elçî di Salvegera Sêyan de Tê Bîranîn


Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, sê sal berê, di 28’ê Mijdara 2015'an de piştî daxuyanîyeke li ber Mînara Çarlingî ya Sûrê hatibû kuştin.

Baroya Amedê jibo bîranîna Elçî bernameyên cûda yên sê rojan li dar dixe û bal dikşîne ku heta niha kujerên wî nehatine dîtin.

Piştî kuştina Elçî, kuçeya Mînara Çarlingî nêzî sê salan ji hemwelatîyan re qedexe bû, lê piştî nûkirina çend avahîyên li kuçeyê qedexe rabû û cara yekê ye ku bernama yadkirinê li wir çêdibe.

Çend awuqatên li Amedê hêst û hizirên xwe yên ser Elçî bi guhdarên me re parve kirin.

KHF_11_28_2018_elci
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:36 0:00

XS
SM
MD
LG