Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elektrîka Venezuela Careke Din Qut Dibe


Caracas ya Venezuela
Caracas ya Venezuela

Li gelek herêmên Venezuela careke din elektrîk qut bû.

Qutbûna elektrîkê ya ku roja Duşemê destpê kir bandor li ser 23 eyaletên Venezuela çêkir.

Serokê Venezuela Nicolas Maduro ser qutbûnên elektrîkê careke din Amerîka û rikeberîya bi piştgirîya wê tawanbar kir.

Rêberê rikeberîyê Juan Guaido jî dîyar kir ku qutbûna elektrîkê ‘’qelsîya rejîma Maduro’’ raber dike û da zanîn ku ewê dawî li wê rejîmê bînin.

Li Venezuela cara pêşî di serê meha Adarê de elektrîk qut bûbû û kêşeya elektrîkê pênc rojan dom kiribû.

XS
SM
MD
LG