Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elî Zeydî bo Pêkanîna Hikûmeta Îraqê Hat Destnîşankirin

Serokomar Nizar Amêdî di merasîmekê de, Elî Zeydî bo avakirina Hikûmetê radigihîne
Serokomar Nizar Amêdî di merasîmekê de, Elî Zeydî bo avakirina Hikûmetê radigihîne

Hevpeymaniya Şî'a, ku bi navê "Çarçova Hemahengîyê" tê nasîn, roja Duşemê Elî Zeydî wekî berbijarê xwe ji bo posta serokwezîriyê ragihand.

Reuters ragihand ku Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî roja Duşemê êvarê ji Zeydî xwest ku wekî berbijarê fraksiyona herî mezin a parlemanê dest bi hevdîtinên avakirina hikûmeta nû ya Îraqê bike.

Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, Zeydî niha 30 roj dem heye ku kabîneya xwe ava bike û ji bo dengdana baweriyê pêşkêşî parlemanê bike.

Zeydî, ku di 40 saliyên xwe de ye, yek ji kesayetiyên herî dewlemend ên Iraqê ye ku di warên cûrbecûr de, di nav de bank û dabînkirina bernameya xwarinê ya ku hikûmeta Iraqê bi ser malabatan de dabeş dike, ku xizmeta bi mîlyonan Iraqiyan dike, xwedî berjewendiyên aborî yên berfireh e.

Iraq ji sala 2003'an vir ve bi sistema parvekirina desthilatdariyê tê birêvebirin; Serokkomariya Iraqê di destê Kurdan de ye, serokwezîr di destê Şî’an de ye û serokê parlemanê di destê Suniyan de ye.

Piştî çend mehan ji şêwirînê û nakokiyên di nav blokên herî mezin ên parlemanê de, Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî teknokrat Elî Zeydî raspard ji bo avakirina hikûmeta nû ya welêt.

Destnîşnakirina Zeydî piştî civîneke Çarçova Hemahengîyê ya roja Duşemê li Bexdayê pêk hat.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand ku Zeydî li Parêzgeha Zîqar ji dayik bûye.

Wî li Îraqê berê ti posteke siyasî wernegirtiye, ew xwedî ezmûneke cûrbecûr a yasayî, darayî û rêveberiyê ye ku wî rêveberîya çend saziyên aborî, perwerde û tendirustîyê kiriye.

Zeydî xwedî bawernameya hiqûqê ye, û her weha bawernameya masterê di warê darayî û bankan de heye. Ew endamê Komeleya Parêzerên Iraqê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG