Kompanîya çêkirina dermanan Eli Lilly îro Pêncşemê ragihand ku dermana wê ya dijî COVID-19 dikare pêşî li nexweşîyan li navendên kal û pîran û xebatkarên saxlamî yên wan navendan bigire.
Eli Lilly da zanîn ku kesên ku ew derman xwarine li gor kesên din 57 ji sedê kêmtir bi nexweşîya COVID-19 dikevin.
Kompanî dide zanîn ku lêlolîna wê li ser 1,000 kesan, bi hevkarîya Enstîtuya Netewî ya Saxlemîyê (National Institutes of Health) hatiye kirin.
Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) di meha yanzdeh, Mijdarê de destûra awarte dabû wê dermanê ku jibo çareserkirina rewşên sivik û negiran yên COVID-19 werin karanîn.
Dermana Eli Lilly tenê carekê bi rêka serumê tê dayîn.