Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qralîçe Elizabeth Bernivîsa Ser Brexitê Pejirand


Qralîçe Elizabeth bernivîsa ser derkertina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa (YE) pejirand.

Brîtanya, ku di sala 1973’yan de bûbû endama YE’ê, dê di 31’ê Çileyê de ji yekîtîyê derkeve.

Civata Jorîn ya Parlamana Brîtanya danûstandinên ser Brexitê roja Çarşemê temam kiribû.

Rêberê Civata Jêrîn ya Parlamana Brîtanya Jacob Ress – Mogg pejirandina Qralîçe Elizabeth ji Twitterê ragihand.

Parlamana Brîtanya dê di 29’ê Çileyê de Peymana Brexitê bipejirîne.

Li bere e ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di rojên pêş de Peymana Veqetînê îmza bike.

London dê heta dawîya 2020’an di peyvajoya veqetînê de be û li gor biryarên Brukselê tevbigere.

Brîtanya di referanduma 2016’an de li hember 48 ji sedê dengan bi 52 ji sedê dengan Brexit pejirandibû.

XS
SM
MD
LG