El Şebab li Mogadîşu ya paytaxta Somalî dijî akademîya polîsan êrîşeke xwekujî li dar xist.
Di êrîşê de 18 polîs hatin kuştin û 15 polîsên din jî birîndar bûn.
Dîdevanan dîyar kir ku êrîş dema ku polîs bo merasîma sibê kom bûbûn pêk hat.
Cîgirê Berpirsê Polîsan Muktar Hussein Afrah ji rojnamevanan re da zanîn ku êrîşvan bi cilên polîsan ketîye kampê.
El Şebab ya girêdayî El Qaydê îdia kir ku di êrîşê de 27 polîs hatine kuştin .
Çekdarên El Şebabê bo hikûmeta Somalî ya bi piştgirîya civaka navneteweyî ji desthilatê gêr bike, êrîşan li dar dixînin.
El Şebab di sala 2011’an de bandora xwe ya li Mogadişu wenda kir, lê êrîşên dijî sîvîl û karmendên hikûmetê domandin. Di meha Cotmehê de, El Şebabê li Mogadişu bi kamyoneke bombebarkirî êrîş li dar xistibû û 512 kes kuştibûn.
Amerîka ji Cotmehê vir ve li Somalî êrîşên xwe yên esmanî zêdetir kirine. Di 13’ê Mijdarê de Pentagonê ragihand ku hêzên Amerîkî di 4 roj de ji 40 zêdetir çekdarên El-Şebab û DAIŞ’ê kuştine.