Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîne Şenyaşar li Ruhayê Hat Desteser Kirin


Emîne Şenyaşar li pêş avahîya AKPê
Emîne Şenyaşar li pêş avahîya AKPê

Beriya hilbijartinê giştî di 14ê Hezîrana 2018an de, li bajarokê Siruca Ruhayê, di navbera zerevanên parlamanterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz û endamên malbata Şenyaşara de pevçûnek rû dabû.

Di encama wê pevçûnê de Esved Şenyaşar û du kurên wî, Adil û Celal Şenyaşar û Mehmet Şah Yildiz hatibûn kuştin.

Doza Şenyaşaran li bajarê Melêtî didome û di 20ê Mijdarê dozgerî ji Fadil Şenyaşar re cezayê dirêjîya jînê xwest.

Dayika Fadil Şenyaşar, Emîne Şenyaşar roja Çarşemê li Ruhayê li ber avahîya AKPê, bi kurê xwe Ferhat re hate desteser kirin.

Di wan êrîşan de hevjînê Emîne, Esved û kurên wê Celal û Adil hatibûn kuştin û kurê wê Fadil ji dozê tê darizandin.

Parêzerê malbata Şenyaşar, Hîdayet Enmek da zanîn ku Emîne Şenyaşar jiber ku ji bêhiqûqî û edaletê bêzar bûye û jibo dawî li zilma li ser wan were xwestîye bi rêvebirên AKPê re biaxive, lê dema ku gotiye ''Vê zilmê rawestînin'' ji avahîyê hatiye derxistin û kurê wê jî jibo helwesta wan şermezar bikin li ber avahîya AKPê dest bi çalakîya rûniştinê kiriye.

Wî got ''Lê li ser dexwaza rêvebirên AKPê dozgerî biryara binçavkirinê da ku neha li Ruhayê tu qedexeyek li pêş çalakî û xwepêşandanan nîne''

Hêjayî bîrxsitinê ye ku Doza Malbata Şenyşayar de, di rûniştina 20ê mijdarê de dozgerî Fadil Şenyaşar ji kuştina Miheme Şah Yildiz û ji birîndarkirina heşt kesan cezayê hetahetayê dixwaze. Jibo birayê parlamenter, Enver Yildiz jî wekî ku di bin tahrikê bûye sedema kuştinê, di dora 12 salan cezayê zindanê dixwaze.

Evuqatê mlabata Şenyaşar bîr xist ku, li dikana malbatê de di pebçuna çekdarî de tu kesek nemir, lê wehşetek mezin li nexweşxanê çêbûye.

Hîdayet Enmek weha dewam kir:

''Piştî pevçûnê birîndaran dibin nexweşxanê lê xizm û zêrevanê parlamenter, bi çekan davêjin ser nexwşxanê, Adil û Celal Şenyaşar ku birînê wan ne giran in, gulebaran dikin herduyan dikujin. Bavê wan Esved Şenyaşar jî bi lêdan û derbeyên giran dikujin. Lê buyer û kuştinên nexweşxanê nexisitne nav dozê û lêpirsîna li ser nexweşxanê du sal in temam nebûye'' got.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_17_12_2020_Desteserkirina_Emîne Şenyaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG