Qesra Spî ragihand ku, serokê Amerîka Barack Obama di wê bawerê de ye, Rêvebirê Ofîsa Lêkolînên Fedral (FBI) James Comey kesek destpake û hewil nade bandorekê li hilbijartinên serokatiya Amerîka bike, di dema ragihandina lêkolînek nû de, liser emailên xizmetkara Hillary Clinton kandîda serokatiya Amerîka.
Berdefkê Qesra Spî Josh Earnest da xuyakirin ku, wan çi pêzanînên taybet nînin kanê James Comey rêvebirê ofîsa (FBI) derheqa lêpirsînên liser emailên elektronî yên Hillary Clinton gihaye çi encam, yan jî, ewê li gur kîjan fakteran pirsa nû ya emailên di perçavan re derbas bike û vê pirsê bi eşkerayî gotûbêj bike û ragehîne.
Wek tê zanîn 11 rojan berî destpêkirina roja hilbijatinên serokatiya Amerîka pirsa emailên Hillary Clinton kandîda serokatiya Amerîka, car din ket di rojeva hilbijartinên serokatiyê de.