Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selma Gurkan Bû Seroka Nû ya Partîya EMEP


Cîgira Serokê Partîya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jibo seroktîya partîyê hat hilbijartin.

Serokê EMEP’ê Ercument Akdenîz piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê hem ji seroktîyê vekişîbû hem jî dawî li endamtîya xwe di partîyê de anîbû.


Civata rêvebirîya giştî ya EMEP’ê, piştî karvekişîna Akdenîz kom bû û Gurkan wek seroka xwe ya hilbijart.

EMEP, ku yek jî hevbendên Partîya Gel ya Demokratîk (HDP) ye, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de piştgirî dabû berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

EMEP ku di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de cîh digire, ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinên parlamanterîyê û 2 endamên wê ji Entab û Stenbolê wek parlamanter hatibûn hilbijartin.

XS
SM
MD
LG