Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir, Îsraîl, Yunanistan, Qibris, Îtalya û Urdun Peymana Hevkarîyê Îmza Kir


Serokê Qibrisê Nicos Anastasiades, Serokwezîrê Yunanî Aleksis Tsipras û Serokê Misirê Sîsî destên hev digirin (Arşîv)

Misir, Îsraîl, Yunanistan, Qibris, Îtalya û Urdun îro Sêşemê di çerçoveya Foruma Gazê ya Rojhilata Derya Sipî (EMGF) de, peymanek îmza kir.

Şeş welatan Foruma Gazê ya Rojhilata Derya Sipî (EMGF) wek rêxistineke navdewletî ava kirin û bi merasîmeke ser înternetê, li Qahîre damezrandina wê dîyar kirin.

Peyman, bi fermî maf dide welatan endam ku gaza xwezayî ya rojhilata Derya Sipî bû bifroşin derve û bi vê peymanê Îsraîl jî hêvî dike ku peywendîyên xwe bi welatên Ereb yên cîran re xurtir bike.

EMGF, hevrikên herêmî yên Tirkîyê tînme ba hev ku bi endamên Yekîtîya Ewrupa, Yunanistan û Qibrisê re, ser mafên serwerîya derxistina gazê ya li herêmê di nava alozîyeke dijwar de ne.

“Platforma EMGF derfet dide Îsraîlê ku bi welatên Ereb û Ewrupa re hevkarîyê bike û gaza xwe ya bi nirxê 30 mîlyar dolaran biroşe Urdun û Misirê,” Wezîrê Enerî yê ÎSraîlê Yuval Steinitz said bi daxuyanîyekê got.

Misirê di serê vê salê de li ser îhtîmala jinûve derfirotina gazê ya ji Ewrupa yan Asyayê re dest bi kirîna gaza Îsraîlê kiribû.

Di sala 2015'an de bi vedîtina Zohr ya qada mezin ya derveyî sînorên deryayî bala li bazara enerjîyê ya Misrê zêde kiribû û Qahîre teşwîq kiribû ku xwe wek navendeke herêmî bîne pêş.

Lê, şavdêr bal dikşînin ku sîyaseta herêmî, lêçûnên binesazî û veguhastinê û pêşbazîya di navbera Tirkîyê û welatên cîran yên rojhilata Derya Sipî de, hêvîyên derxistin û veguhastina gazê li aloztir dike.

XS
SM
MD
LG