Komîsyona Yekîtîya Ewrupa ser encamên referanduma Tirkîyê, ku 51,4% "Erê" û 48,6% "Na" ye, daxuyanîyek weşand.
Komîsyonê da zanîn ku di referanduma ku guherandina hin xalên qanûna bingehîn pêşnîyaz dikir de, rêjeya "Erê" û "Na" nêzîkî hevdu derketine û bang li karbidestên Tirk kir ku jibo qanûnê lihevkirineke berfireh pêk bînin.
Serokê Partîya Gel ya Ewrupa Manfres Weber got ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Edogan, bi referandumê li pişt xwe neteweyeke parçebûyî hiştîye ku ew bi fikar wî welatî dişopînin.
Raportora Tirkîyê ya Parlamentoya Ewrupa Kati Piri jî ser Twitterê derbarê referandumê nivîsî.
"Hema bêje nîvê Tirkîyê got 'na'. De yek jî bifikirin ku kempeynayên hilbijartinê bi edalet bûna" Piri nivisî.
Piri bi berdewamî da zanin ku Tirk jibo demokrasî pir xebitîne û qanûna ku tê pêşnîyaz kirin jibo hemî demokratan trajedî ye.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrupa Thorbjorn Jagland dîyar kir ku divê prensîpên dadgerîya serbixwe û dewleta hiqûqê di bin garantîyê de bin.
Jagland got ku kesên li dijî guherandina qanûna bingehîn derdikevin û yên bo guherandinê piştgirîyê didin, divê hevkarîyê bikin û pêşî li parçebûnê bigirin.