Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endonezya Piştî Erdhejan Hişyarîya Tsunamî Dide


Li Girava Sulawesi ya Endonezya bi pileya 7.7 erdhejek pêk hat.

Di encama erdhejê de yek kes hate kuştin, 10 kesên din jî birîndar bûn.

Li dû erdheja pêşî, bi pileya 7.5 erdhejeke din çêbû.

Karbidestên Endonezî ragihand ku navenda erdhejê 78 kîlometre li bakurê bajarê Poso ye.

Piştî erdhejê, hişyarîya tsunamî hat dayînn û sazîya meteorolojî bang li gel kir ku ji cîhên bilind derkevin.

Di meha Tîrmeh û Tebaxê de li Girava Lombok ya Endonezya hin erdhej pêk hatibûn û di encama wan de 500 kes jîyanên xwe hinda kiribûn.

Di sala 2004’an de piştî erdheja li Girava Sumatra ya Endonezya, tsunamî çêbûbû û li 13 welat 226,000 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG