Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endonezya jiber Korona Çûna Hecê Qedexe Dike

Endonezya îro Sêşemê ragihand ku îsal destûr ji hemwelatîyan re neyê dayîn ku jibo Hecê herin Erebistana Saudî.

Wezîrê Karên Olî yê Endonezî Fachrul Razi got ku wan ew biryar jiber tirsên belavbûna vîrsa korona û sînordarkirinên rêwîtîyê daye.

Endonezya dewleta herî mezin ya Misilman e û Erebistana Saudî 221,000 kota dabû wê dewletê û 90 ji sedê Endonezî navên tomar kiribûn ku îsal herin Mekke û Medînê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG