Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Endonezya Hejmara Pêketinên Nû yên Korona bi Awayekî Rekorî Bilind Dibe


Endonezya îro Çarşemê ragihand ku di 24 seatên dawî de 1241 tûşbûnên nû yên vîrusa korona hatine dîtin ku ew jî hejmara herî bilind ya pêketina rojane ye.

Karbidestê wezareta saxlamîyê Ahmed Yurianto ragihand ku hejmara giştî ya pêketinên korona giheşgt 34,316 kesan.

“Jiber vîrusa korona 36 mirinên nû hatin tomar kirin û bi giştî hejmara mirinên jiber korona bû 1,959. Heta niha 12,129 nexweş qenc bûn û herî kêm 287,470 kes hatine test kirin,” Yurianto got.

XS
SM
MD
LG