Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Endonezya Joko Widodo, ku bo G20 jî rêberîyê dike, wê di hefteya pêş de serdana Ukrayna û Rûsya bike.
Wezareta Derve ya Endonezya da zanîn ku Widodo ew cara pêşî ye serdaneke bi vî rengî plan dike.
Jiber şerê Rûsya û Ukrayna civîna 20 îsal bi kêşeyên mezin re rûbirû dimîne Widodo hewil dide her du alîyan li hev bîne û berî civîna di meha Mijdarê de kêşeyan çareser bike.
Wezîrê Derve yê Endonezya Retno Marsudi dîyar kir ku wan hay jê heye ku Widodo wê demeke ne normal de serdana Rûsya û Ukrayna bike.
Marsudi da zanîn ku Widodo wê bo geşkirina aborîya xirab dibe çi ji dest were bike.
Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê re destpê kir û ji wê çaxê vir ve welatên cîhanê bi bilindbûna enflasyonê û krîzên xwarin û enerjîyê re rûbirû mane.
Widodo wê di serdana Rûsya û Ukrayna de hevtayên xwe Vladimir Putin û Volodymyr Zelenskyy re bicive û hewil bide her du dewletan li hev bîne.