Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Malpera Energoatom Bûye Armanca Êrîşbirên Rûsî


Dîmeneke ku êrîşê sîberî yên hackeran sembol dike.
Dîmeneke ku êrîşê sîberî yên hackeran sembol dike.

Kompanîya enerjiya navokî ya Ukrayna Energoatom îro Çarşeme ragihand ku komeke hackerên Rûsî do Sêşemê êrîşeke mezin ya sê saetan ser malpera wan pêk anîye

Energoatom dîyar kir ku êrîşa hackerên Rûsî nebûye sedema pirsgirêkên girîng.
Energoatom ser bûyerê daxuyanîyeke nivîskî belav kir û got ku hackerên Rûsî ku êrîşê malpera wan kirine wek Artêşa Siberî ya Gel tên zanîn.

" Artêşa Siberî ya Gel êrîşa sîberî pêk anî, bi 7.25 mîlyon hesabên sexte, ku bi karanîna sed mîlyon caran rûpela serekî ya kompanîyê asteng kirin û armanc," Energoatam got.

Energoatom bi berdewamî dîyar kir ku êrîşa hackerên Rûsî nebûye sedema pirsgirêkên girîng û malpera wan dixebite.

"Êrîşê bandorek girîng li ser kiryar û xizmetên malpera Energoatom nekiriye,"kompanîyê got.

XS
SM
MD
LG