Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enflasyon li Tirkîyê di Çi Rewş De Ye?


Bazarekî Fêqî û Sebze li Enqerê
Bazarekî Fêqî û Sebze li Enqerê

Desteye Statîstîka Tirkiyê (TUÎK) enflasyona şeş mehên dawî dîyar kir. Li gorî vî jî enflasyona salane ya sala 2022 sedan 78.62 ya meha Hezîranê jî sedan 4.95 eşkere kir.

Li gorî daneyan herî kêm zêdebûn bi sedan 23.74 di warê ragihandinê de pêk hatîye.Dîsa di warê cil û pêlavan de sedan 26.99, di perwerdehê de sedan 27,76, di saxlemîyê de sedan 39,34 e. Herê zêde bilindbûn di veguhastinê de sedan 123.37 bilind bûye. Di xurek û vexwarinê bê alkol de sedan 93.93, di eşyayê nav mal de jî sedan 81.93 bilind bûye.

Gruba Lêkolînên Enflasyonê (ANAG) ku ji alîyê aborînasan ve hatîye damezirandin jî her meh daneyên enflasyonê radigîhîne. Lê di navbera herdu lêkolînan de cudatîyeke mezin heye.
Daneyên TUÎK’ê ji sedan 78.62 nîşan dide lê rêjeyên ENAG’ê vê yekê sedan 175.55 nîşan dide.

Lê li vê derê pirsa sereke eve ku, ev cudatî di serê gel de xwe çawa dîyar dike û li ser jiyana gel, sûk û bazaran de xelk ji kijan rêjeyan bêtir bawer dike?
Kompanyaya Lêkolînê ya MetroPOLL’ê jî lêkolînek li ser van daneyên TUÎK û ENAG’ê çêkir û ji gel pirsî, “Gelo TUÎK an ENAG hejmarên rast vediweşîne?”

Li gorî vê lêkolînê jî sedan 69 bi daneyên TUÎK’ê bawer nakin û sedan 24 jî bawer dikin. Lê gel ji lêkolînên ENAG’ê sedan 69 bawer dike, sedan 24 jî bawer nake.
Lê li vê derê rasteqîna herî girîng sûk û bazar nîşan didin. Li tevahîya Tirkiyê bi taybet jî li Enqerê gel nêrînê gel herî zêde nêzîkî daneyên ENAG’ê xwe dîyar dike.

Jibo ku zem mehane an jî heftane nayê ser tiştan, êdî rojene zem tê çêkirin. Disa perê Tirkiyê li hemberî dolar bes di şeş mehên dawî de sedan 26 daketîye. Ev jî li ser danûstandina gel yekser xwe dîyar dike.

Di destpêka meha Tîrmehê 2022’yan de mûçeyê herî kêmtir ji 4.250 lîrayî bilîndî 5.500 lîrayî bû. Lê sendîkayên karmend û karkeran radigîhînin ku ji ber ku bihabûna tiştan her roj zêde dibe ev jî çareserîyekê nayîne.

Raporta Enqerê 07 07 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00
XS
SM
MD
LG