Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Enflasyanê li Amerîka % 7 Bilind Bûye


Dîmeneke ji statasyoneke benzînê ya li Marysville, Washington (Arşîv)
Dîmeneke ji statasyoneke benzînê ya li Marysville, Washington (Arşîv)

Wezareta Kar ya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku buhayên kirîyarên Amerîkî ya salane, di Berfanbarê de li gor salek berê ji %7 bilind bûye.

Ev rêjeya herî bilind ya enflasyonê ya 40 salan e.

Buhayên bilindtir li seranserê aborîya Amerîka ya 2021'an, ji sala 1982'an vir ve bi zêdebûna mezintirîn hate tomar kirin.

Rêjeya salane ya enflasyonê di meha Mijdarê de ji sedî 6.8 zêde bûbû ku bi ragihandina îro zêdebûneke bi rêjeya 0.5 hat tomar kirin.

Pispor dibêjin ku daxwazên kiryaran jiber kêmbûna peydakirina kelûpêlan bi sedema vîrusa korona têra xwe nayên pêşkeş kirin.

Jiber vê yekê jî buhayên berhemên mezin yên mîna otomobîl, kanepe û yên tiştên girîng yên rojane, yên wek xwarin û gazê bilind dike.

Zêdebûna enflosyonê bala Qesra Sipî, qanûndanerên banka navendî kişand, her çend ew dibêjin ew çaverê ne ku rêjeya bilind ya enflasyonê li seranserê sala 2022'an bilind bimîne.

Serok Joe Biden bang li Komîsyona Bazirganî ya Federal kir ku ser "delîlên zêde yên tevgerên dijî kiryaran yên kompanîyên petrol û gazê" lêpirsînê bike.

Serokê Reserva Federal Jerome Powell roja Sêşemê ji komîteya Kongresê de got ku daketina buhayan di astên aramtir de girîng e da ku başbûnek mayînde ya ji pandemîyê, pêk tê.

“ Heke enflasyon bi wî rengî bidome, ger ev astên bilind yên enflasyonê di aborîyê yan di hişên mirovan de, pir bi cih bikin ewê bide sedem ku em

sîyaseteke diravî ya pir tundtir rêve bibin,” Powell ji qanûndanerên Amerîkî re got.

Enflasyon bi gelemperî bo kiryaran, ji astên din yên aborîya Amerîka girîngtirîn rastîyeke rojane ya jiyanê ye.

Aborîya Amerîka ji detpêka pandemîya COVID-19 ya di Adara 2020'an vir ve, bi polîtîkayên aqilane pêyvajoya başbûna xwe didomîne.


Aborîya Amerîka sala borî bi rengekî rekorî 6.4 mîlyon kar zêde kir.

Rêjeya bêkariyê ya ji % 6.3 ya di Rêbendana 2020'an de, di meha Mijdarê daket ji % 3.9'an.

Hevdem, mûçeyên saetê yên karkerên asayî ji sedî 5.8 zêde bû.

Bernameya alîkarîya revebirîya Biden ya bo tevahîya malbatên Amerîkî ya bilî yên herî dewlemen, piştgirîya gelek malbatan kir.

Lê, buhayên lêçenûnen kiryaran bi rengekî berbiçav bilind bûn.

Pêzanînên hikûmetê nîşan dide ku buhayê benzînê ku ajokar li stasyonan didin, sala borî ji % 58 zêde bûye.

Hevdem, buhayên otombîl û qamyonên kevn ji % 31 û herwiha meşînên nû ji % 11 zêde bûne.

Herwiha, buhayên goşt,mirîşk û masîyan ji % 13 zêde bûne.

Cîhên normal yên xwarinê jî buhayên xwe bi qasî ji % 8 bilind kirine.

XS
SM
MD
LG