Bi deh hezaran doktorên nûgiheştî, bi daxwaza baştirkirina mûçeyên xwe, li seranser Îngîlterê dest bi greveke sê rojî dikin.
Pêşbînî heye ku jiber grevê, li nexweşxane û klînîkên dewletê xizmetên saxlemîyê astengî derkevin.
Doktorên nûgiheştî jî wek doktorên din dikarin li nexweşan binêrin, lê di destpêka karê xwe yê doktorîyê ne û dirava ku distînin, ji doktorên din hindiktir e.
Doktorên nûgiheştî li Îngîltere 45 ji sedê hemî doktorên Rêvebirîya Xizmetên Saxlemîya Netewî pêk tînin.
Pisporên saxlemîyê bal dikşînin ku jiber grevê ev bi hezaran jivan (randevu) û amelîyat wê betal bin û divê Rêvebirîya Xizmetên Saxlemîya Netewî gazîya doktorên dêrîn û karmendên din bike ku bikaribe rewşa awarte û xizmetên ducanîyê bi cîh bîne.
Sendîkaya doktoran, Rêxistina Bijîşkî ya Brîtanî dibêje ku mûçeya doktorên nûgiheştî ji 2008an vir ve % 26 kêmtir bûye, lê barê wan yê kar û hejmara nexweşan bi awayekî rekorî bilind bûye: