Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Helwesta ENKS'ê ya Ser Operasyonên Tirkiyê li Efrînê


Mistefa Juma û Ehmed Qasim
Mistefa Juma û Ehmed Qasim

Hevpeymaniya opozisyona Sûrî roja Yekşemê di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe bo operasyona Leşkerî ya Tirkiyê li bajarê Efrînê ragihand û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wek rêxistineka terorîst binav kir.

Doh Duşemê niwênerên Encûmena Nişrtimanî ya Kurdî (ENKS), ku beşeke ji Hevpeymaniya opozisyonê, ev daxuyanî red kir û got ew bê erêkirina wan hatiye belavkirin.

Di demekê de, ENKSê operasyona Tirkiyê şermezar dike, ew PYD jî sûcdar dibîne û dibêje wê bihaneye daye Tirkiyê ku êrîş bike.

Ev ciyawaziya di helwestan de, dikare çi bike di demekê de, hin daxazê ji ENKSê dikin ku ji Hevpeymaniyê dekeve?

Mayîna ENKSê di nava vê opozisyonê de çi qezecê digihîne wê?

Eger ENKSê bi rastî li dijî derbasbûna Tirkiyê ye bo Efrîne, çima helwesteka biryarbir nade?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Mistefa Juma, endamê mekteba Siyasî ya Pariya Demukrat a Kurdistanê li Sûriyê ku li welatê Nerwîc dimîne û Ehmed Qasim şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 23_01_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:03 0:00

XS
SM
MD
LG