Erîşên komên çekdar yen girêdayî opozîsyona Sûrî yên ser taxa Şêx Maqsud a Helebê li rastî nerezîbûna Kurdên Rojavayê Kurdistanê hat.
Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) daxuyanîyek weşand, lê ew daxuyanî rastî nerazîbûna kolanan Kurdî hat. Partîya Demoqrata Kurdistan–Sûrîyê, mezintrîn partîya ENKS ji daxuyanîya ENKS ne razî ye .
Endamê Rêvebirîya PDKS Mihemed Îsmaîl ji Dengê Amerîka re tekez kir ku ew wek partî ji daxuyanîya ENKSê ya derbarê êrîşên Şêx Maqsud ne razî ne.
"Daxuyanîya bi navê ENKSê derketî ne li gor helwesta ENKSê ye, ne li gor nerînên partîyên endam in. Şaşitî tê de hene û me wek partî beyana xwe dijî her kesî ku destdirêjayê ser mîletê Kurd bike, derxist."
Li alîyê din, partîya Yekîtî ku ew ji di nav ENKSê de ye, li ser zarê endamê nivîsgeha wê ya sîyasî Ebdelsemed Biro anî ziman ku ew êrîşên komên Îslamî yên çekdar li ser taxa Şêx Maqsud şermezar dikin.
Li gor rojnamevan Hisên Zêdo, nerazîbûna PDK-S ser daxuyanîya ENKS ya derbarê êrîşên Şêxmeqsûd li Helebê, nîşana nakokîyên nava partîyên ENKSê ye.