Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolanên Enqerê Derheqa Daxuyanîyên Dawî yên Ocalan Çi Difikirin?


Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, piştî hevdîtina bi parêzerên xwe re, ji bîragiştî re rgihand ku ger pêdivî bi polîtîkayên nû heye û divê rêbazên ku çereserîyê neyînin werin hêlan.

Li gor daxuyanîya Ocalan ku parêzerên wî parve kiribû, Ocalan bi taybetî ser têkilîyên dîrokî yên Kurd û Tirkan disekine û dibêje ku pêwîstîya Kurdan bi dewletekê tune ye.

Parêzerên Ocalan dîyar dikin ku ew jiber şerê berdewam gelek bi fikar e û dixwaze roleke aktîf bilîze:

“Dixwazim ji Kurdan re cîh vekim. Werin em pirsgirêka Kurdî çareser bikin. Ez dikarim di nav hefteyekê de vê keşeyê çareser bikim. Bi xwe bawer im û bo çareserîyê amade me. Lê, divê dewlet jî, kesên ku wê bi rêve dibin jî tiştên hewce bînin cîh.”

Silav Çetîn
Silav Çetîn

Kolanan Enqerê ser nêrînên dawî yên Ocalan çi difikirin? Jimareke rûniştvanên Enqerê wiha bersîva pirsên me didin:

Silav Çetîn dibêje ku Kurd êdî ji şer westîya ne, loma jî daxuyanîyên Ocalan di cîh de ne.

“Her kî vê pirsgirêkê çareser bike, tiştekî pîroz dike. Birêz Ocalan jî dibêje jibo Kurdan dewlet hewce nake, dewlet her eynî ye û qirêj e.”

Delal Narman
Delal Narman

Delal Narman jî dibêje ku heke dewlet îmkan bide Ocalan, ew dikare vê mijarê çareser bike û aştîyê bîne.

“Wek Ocalan jî dibêje dewletbûn feyde nayîne. Jixwe pirsgirêkên vê sedsalê jî dewletbûne tê û her qirêjî jî di dewletê de ye.”

Selîm Aydin bal dikşîne ku Ocalan 20 sal in li girtingehê ye û kesekî girtî nikare jibo Kurdan sîyaseteke azad bike.

Selîm Aydin
Selîm Aydin

“Gelê Kurd li Rojhilata Navin bê dewlet e û bûye çar perçe. Heke Ocalan dewleteke serbixwe ji Kurdan re naxwaze, wê gavê xortên Kurdan jibo çi şer dikin û têne kuştin?”

Aydin bawer dike ku gelek Kurd ne hevbîrê nêrînên Ocalan in.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG