Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolanên Enqerê Piştî Hilbijatina Stenbolê Çi Difikirin?


Piştî hilbijartinên Stenbolê li Tirkîyê rojev qulîpî ser pirsgirêkên Tirkîyê yên aborî û civakî. Hem di daxuyanîyên partîyên sîyasî de, hem jî ji alîyê bîragiştî tê xwastin ku pirsgirêkên aborî werin çareser kirin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di civîna koma partîya xwe ya li parlamanê got ku ku êdî pêdivî ye Tirkîye vegere ser sîyaseta xwe ya rastîn.

Baş e, di vî warî de rûniştvanên Enqerê çi difikirin? Em li kolanên Enqerê gerîyan ku nêrînên hemwelatîyan bizanin.

Necla Demîr ku ji Nisêbînê ye, radigîhîne ku heke dewlet neyê ser pirsgirêkên rastîn ewê nikaribe çareserîyekê jî çêke:

“Ez bawer nakim ku rawşa Tirkîyê di demeke kin de çareser be. Ez li zanîngehê beşa rêvebirîya civakî der çûme, lê niha bêkar im. Wek min bi hezaran kes heye. Hin kes dibên piştî hilbijartina Stenbolê dê rewş baş be. Bi nêrîna min bingeha pirsgirêkên Tirkîyê gelek kûr in: aborî jixwe têk çûye, sîyaseteke nû tuneye û hêvîyek jî dîyar nabe.”

Berîvan Coşkun, li Stenbolê serkeftina Ekrem Îmamoglu girîng dibîne û geşbîn e ku bandora wê li ser tevahîya Tirkîyê be.

“Îmamoglu mirovekî baş dîyar dibe û qezençkirina wî girîng e. Kêm û zêde bandora wî dê li ser sîyaseta Tirkîyê çêbe. Lê çereserkirina qeyrana aborî girîng e jiber ku di alîyê aborîyê de rewşa gel ne baş e.”

Hemwelatîyekî bi navê Ehmed ku nexwest paşnavê xwe eşkere bike, bawer dike ku li Tirkîye keşeyeke din ya girîng kêmbûna demokrasî ye.

“Tirkîye ber bi başîyê ve naçe. Her tişt têkel bûye. Kurdan îrada xwe dîyar kir û dawî li qayumê anîn. Karmend nikarin derkevin kolanan jiber ku wan desteser dikin. Bi kurî bêkim ku li Tirkîyê kêşeya herî mezin tunebûna demokrasî ye.”

ED_06_26_2019_Rûniştvanên_Enqerê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:03 0:00

XS
SM
MD
LG