Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê di 8 Adarê Roja Jinan de Erdheja Mereşê Derkete Pêş


Di 8ê Adarê De Roja Jinên Kedkarê Cîhanê li Enqerê taxa Kizilayê bi awayekî girseyî 8 Adarê hate pîroz kirin. Jinên ku beşdar bûn di vê rojê de Erdheja Mereşê bi bîr anîn.

Li ser banga Platforma Jinê ya Enqerê hezarî zêdetir jinê li qada Sakaryayê civîyan.

Di vê derê de jinan di aqaftina xwe de bêtir li ser erdhejê rawestîyan û ragihandin ku ew her gav li gel jinên rastî erdhejê hatinene. Di vê derê de hate dîyar kirin ku her ki li hemberî van mirinan bê deng bisekine sûcdar in.

Aktîvîst û endamê Tevgera Femînîstên Çep Îlknûr Başer ji Dengê Amerîka re axifî û hem 8 Adarê û hem jî karesata erdhejê nîrxand.

“Li gor me desthilatî di bin enkazê de ma. Jibo jin û zarokan nikaribûn ku koneke bibin. Gel bi tenê hatin hîştin. Heta niha jî pêdivîyên jin û zaroka nehatîye çareser kirin. Jin di her warî de azadî û wekhevîyê dixwazin. Heta ku em van mafan bi dest bixin emê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Îlknûr Başer, amaje kir ku li Tirkîyê di nav 20 salên dawî de jin ji alîyê vê desthilatîyê ve hatin fetisandin.

Di vê Şeva Femînîst ya 8 Adarê de derûnîzan Şûkran Pelîn Balci jî nêrînên xwe whiha ji Dengê Amerîka re got.

“Di 8 Adarê û wek rojên 25’ê Mijdarê de em jin herî zêde dengê xwe derdixin lê rojên salê yên din de em bêtir bê deng dimînin, yan tên kuştin yan jî rastî tundîyê tên. Lê êdî em naxwazin rastî kuştin û tundîyê werin. Li ber vî jî wê çalakîyê me bêtir zêde bibin.”

8 Adarê li tevahîya Tirkîyê jî bi çalakîyan hate pîroz kirin. Beşdarvanên van çalakîyan bêtir li ser tundî û kuştina jinan rawestîyan.

Li gor raporta CHP’ê ya bi navê “Li Tirkîyê Binpêkirina Mafên Jinan ya 8 Adarê Roja Jinên Kedkarê Cîhanê” tê gotin ku di dema desthilatîyê AKP’ê de heta niha 6 hezar û 732 jin ji alîyên mêran ve hatine kuştin.

Raport dîyar dike ku Tirkîye di nav 147 welatan de di warê binpêkirina mafên jinê de di rêza 124’an de cî digre û bes di sala 2022’yan de jî 327 jin li Tirkîyê hatine kuştin.

Li gor daneyên raporta Emê Kuştina Jina Rawestînin (KCDP) jî li Tirkîyê tenê di Rêşemîya 2023’an de 23 jin ji alîyên mêran ve hatine kuştin.

ED_09_03_2023_Jin_8Adare
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00
XS
SM
MD
LG