Li Tirkîye danûstandinên ser hevdîtina karbidestên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan yê girtî didome.
Wezareta Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç got ku ew nirxandina derbarê serlêdana DEM Partî ya jibo dîtina Ocalan didomînin, lê zêdetir agahî neda.
Yilmaz ragihand ku peyvajo didom e û ew niha dixebitin ku rojeke guncaw destnîşan bikin.
Hevbendê neteweperwer yê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan meha borî gotibû ew dixwazin ku DEM Partî û Ocalan hevdîtineke rûbirû pêk binîn.
DEM Partî jibo hevdîtina bi Ocalan re, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, 26’ê Mijdarê serî li Wezareta Dadê da.
Hevserokên DEM Partî dibêjin ku jibo hikûmet û PKK’ê dîyalogê çêkin divê ew bi Ocalan re bicivin.
Tirkîye û hevbendên wê yên Rojavayî PKK’ê wek komeke terorê dibînin.
Di pevçûnên Tirkîye û PKK’ê de heta niha pirtir ji 40,000 kes hatine kuştin.
Jêder: Reuters