Komîsyona Peywendîyên Derve ya Parlemena Tirkîyê doh Sêşemê bernivîsa ser endamtîya Swêdê ya li ser NATO pejirand.
Li ser endamtîya Swêdê di nav partîyên sîyasî de yekdengî nebû.
Partîya Baş û Partîya Saadetê di dengdanê de dengê red dan, Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî beşdarî dengdanê nebû.
Endamtîya Swêdê bi dengên Partiya Dad û Pêşwebirinê (AKP), Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) hate pejirandin.
Ajansên nûçeyan yên cîhanî ev biryara Tirkîyê wek nûçeyeke lezgîn weşandin û hate ragihandin ku Swêd, piştî erêkirina Komîsyona Meclîsa Tirkîyê jibo endamtîya NATO’yê gaveke din nêzîk dibe.
Li Tirkîyê tevahîya medyayê, ku piranîya wan nêzîkî hikûmetê ne, li ser vê mijarê bernameyên gotûbêj pêk anîn. Nîqaşên wan bi giranî, li ser pirsa, “gelo piştî vê biryarê, wê Amerîka rê jibo dana balefirên şer yên F-16 veke an na?” bûn.
Akademîsyenê Zanîngeha Teknîk Ya Rojhilata Navîn (ODTU) Dr. Oktay Tanrisever, piştî ku biryar ji komîsyonê derket, encama dawî ji Dengê Amerîkayê re şîrove kir.
“Tirkîye girîngîyê dide firehbûna NATO û di nav NATO de jî cîhekî girîng digire. Di havînê de endamtîya Finlandîyayê pesend kiribû. Aniha jî bi endamtîya Swêdê dixwaze ev firehbûn berdewam bike.”
Ji vê û pêda pêwîst e ev endamtî were rojeva parlamentoyê. Jibo vê jî Serokê Meclîsê wê ligel Alîkarên Serokên Meclîsê bicive û biryarekê bigire.
Wezîrê Karûbarên Derve Hakan Fîdan li Bruksel’ê di civîna Wezîrên Karûbarên Derva yên NATO’yê de dîyar kir ku Tirkîye dikare heta dawîya vê salê endamtîya Swêdê ya NATO’yê erê bike.
Gelo pêkan e ku parlamenta Tirkîyê di vê dema kin de vê biryarê pesend bike?
Rojnamevan serbixwe û Stratejîst Neşat Gundogdu, ji Dengê Amerîka re da zanî ku, heke Tirkîyê hin tişt bidest xistibe, dibe ku berî sala nû were parlamentê û heke bidest nexistîye dibe ku di sala nû de li ser endamtîyê were sekinandin.
“Herî dawî di navbera Joe Biden û Recep Tayîp Erdogan de hevdîtin pêk hat. Tirkîye dixwaze di vê derê de hin tiştan bidest bixe, heke di vê hevdîtinê de daxwazên Tirkîyê hatîye cîbicîkirin wê gavê pêkane ku di nav vê salê de di meclîsê de derbas bibe. Na eger nehatîye cîbicîkirin wê gavê ev mijar dê di rojeva meclîsê de were dirêjkirin. Lê bawerîya min ewe ku Erdogan dixwaze vê yekê di rojeva xwe de derxîne.”
Di dengdanê de partîyên sîyasî jî helwesteke cûda da nîşan da. Gundogdu, dengdana partîyên sîyasî balkêş dibîne û vê yekê wiha şîrove dike.
“Di dengdanê de hin suprîz hene. Seroka Partîya Baş Meral Akşener di qisedanên xwe de behsa hesasîyeta NATO’yê dikir lê dengê bi na dan. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî dijî derdike ewî jî dengê belê da. AKP’ê digot heta ku ew daxwazên xwe bidest nexin, ewê nepejirînin, lê AKP’ê jî dengê bi belê da.
Rexneyên CHP’ê hebûn lê CHP’ê jî got belê. DEM Partî bixwe dijî sîyaseteke şer e û NATO’yê jî wek hevpeymaneke şer dibîne û beşdarî dengdanê nêbû. Di vê derê de yê bi îstîkra dikarim bêjim DEM Partî ye.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku, Tirkîyê di meha Nîsanê de endamtîya Fînlandîyayê erê kiribû û ya Swêdê jî li bendê hîştibû. Sedema wê jî li Swêdê karûbar û çalakîyên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) behane nîşan dabûn.